Putîn der barê bazarên neftê de bi Sûdanî re axivî

Putîn der barê bazarên neftê de bi Sûdanî re axivî

PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn bi pêwendiyeke telefonê der barê bazarên neftê de li gel Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîya Sûdanî axivî.

Li gorî daxuyaniya Krêmlînê Pûtîn û Sûdanî bi telefonê axivîne.

Di pêwendiyê de hevkariya bi çavdêriya koma OPECê ya ku ji Rêxistina Dewletên Îxrackarên Neftê (OPEC) û dewletên hîlberînerên neftê yên derveyî OPECê ku wek OPEC+ tên zanîn, hatine axaftin.

Di pêwendiyê de tekezî li ser wê yekê hatiye kirin ku hevkariyê di bazarên enerjiyê da îstiqrar ava kiriye.

Her wiha hatiye destnîşankirin ku ew li ser rewşa pirsgirêkên Rojhilata Navîn, hevkariya mijarên di warê enerjiyê de hevkariyên din ên her du dewletan hatine gotûbêjkirin.

Ev nivîs 21 car hatiye xwendin.