Ji bo cihê mezelê Şêx Seîd aşkere bibe, HUDA PARê pirsyarname da meclisê

Ji bo cihê mezelê Şêx Seîd aşkere bibe, HUDA PARê pirsyarname da meclisê

PeyamaKurd – Wekîlê Entabê yê Partiya Doza Azad (HUDA PAR)ê Şahzade Demîr, der barê eşkerekirina cihê definkirina Şêx Seîd de pirsyarname pêşkêşî meclisa Tirkiyeyê kir. 

Di pirsyarnameyê de ku 5 pirsên der barê Şêx Seîd de cih girt, hat xwestin ku Alîkarê Serokkomar Cevdet Yilmaz ku bersiva wan bide.

Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê û Wekîlê Entabê Şahzade Demîr di derbarê eşkerekirina cihê gora Şêx Seîd de pirsyarname pêşkêşî Serokatiya Meclisa tirk kir û xwest ku Alîkarê Serokkomar Cevdet Yilmaz bibersivîne.

Di pirsyarnameyê de van pirsan cih girt:

1. Ji bo naskirina cihê mezelên Şêx Seîd û hevalên wî û eşkerekirina wan ji raya giştî re xebatek tê kirin? Ger hebe, ev lêkolîn di kîjan qonaxê de ye?

2. Belgeyên di arşîvên dewletê û saziyên pêwendîdar de wê kengî bi raya giştî re bên parvekirin?

3. Sedema cihên veşartina gorên Şêx Seîd û hevalên wî çi ye?

4. Xebatek heye ku raya giştî di derbarê Şêx Seîd û Serhildana wî de bi awayekî rast agahdar bike? Di vî warî de polîtîkayeke agahdarî û zelaliyê ya bi çi awayî tê şopandin?

5. Gelo hewlek heye ji bo parastina îtibara navê Şêx Seîd û hevalên wî, ji bo jiholêrakirina tawanbarkirina wan bi xiyanetê re û ji bo xwedîlêderneketina kiryarên derhiqûqî yên ku dewletê berê pêk anîn, navê Şêx Seîd û hevalên wî bi saziyeke dewletê re dê bê parvekirin?

Ev nivîs 40 car hatiye xwendin.