Şeşo: Wê ji ser Çiyayê Şingalê êrîşî Îsraîlê bikin
PeyamaKurd - Fermandarê Hêza Parastina Êzîdxanê Heyder Şeşo got, “Metirsî heye ku hinek komên çekdar Çiyayê Şingalê ji bo êrîşkirina ser Îsraîlê bi kar bînin.”
Fermandarê Hêza Parastina Êzîdxanê Heyder Şeşo, ji Rûdawê re daye xuyakirin, “Gelekî girîng e ku Iraq nebe beşek ji aloziyên li herêmê” û gotiye, Hikûmeta Iraqê li hemberî destdirêjiyên ku li ser Şingalê têne kirin bêdeng e.
Herwiha Şeşo diyar kir ku pêwîste nehêlin komên çekdar ji Şingalê êrîşî Îsraîlê bikin û got: “Desthilata artêşa Iraqê li ser wan komên çekdar nîne ku rêgiriya wan bike.”
Ev nivîs 29 car hatiye xwendin.