Li Qaxizman a Qersê erdhej çêbû
PeyamaKurd – Li bajarê Qersê yê Bakurê Kurdistanê, îro berê sibehê erdhejeke bi hêza 4 pileyan çêbû.
Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) li ser malpera xwe ragihand ku li navçeya Qaxizmanê a Qersê erd hejiya.
AFADê diyar kiriye, erdhejeke bi tundiya 4.0 pileyan li demjimêr 04:47an li navçeya Qaxizman a Qersê rû daye.
AFADê kûrahiya erdhejê ya ji erdzeminê wekî 7,71 kîlometre tomar kir.
Piştî vê erdheja ku bû sedema tirsê, derbarî ziyanan de ti agahdariyeke nexwestî nehatiye.
Ev nivîs 41 car hatiye xwendin.