Mazlûm Ebdî: Pêvajoya diyaloga me ya bi Tirkiyeyê re dewam dike, êrîş zirarê didin

Mazlûm Ebdî: Pêvajoya diyaloga me ya bi Tirkiyeyê re dewam dike, êrîş zirarê didin

PeyamaKurd – Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî diyar kir ku êrîşên li ser binesaziya Rojava pêvajoya diyaloga bi Tirkiyeyê re têk dibe û zerar dide. Abdî îdîayên ku dibêjin kesên êrîşên Enqereyê pêk anîne ji Rojava derbasî Tirkiyeyê bûne bi tundî red kir û got, "Di encama lêpirsînê de ji vir derbasî xaka Tirkiyeyê nebûye."

Mazlûm Ebdî herwiha diyar kir ku bi navbeynkariya hêzên Koalîsyonê bi Tirkiyeyê re pêvajoyeke diyalogê heye û êrîşên li ser mijarê ev pêvajo têk birin.

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di daxuyaniya xwe ya piştî êrîşa ku li Kampusa TUSAŞyê ya li Kahramankazanê hat kirin da ku di encamê de 5 kes mirin, wiha got: "Em bi taybetî hîn bûn ku ev êrîşa terorê wek tevgereke ketina nav Sûriyeyê derketiye holê. Me tevahiya şevê 40 xalên cuda hedef girtin.”

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mazlûm Ebdî ji AFPê re li ser êrîşan û îdîayên dewleta Tirk axivî.

Çalakger ji Rojava derbasî xaka Tirkiyeyê nebûn.

Mazlûm Ebdî wiha got:

“Piştî daxuyaniyên Tirkiyeyê yên piştî êrîşê me lêpirsîn da destpêkirin. Li gorî encamên ku me di lêpirsînê de gihandine, ez dikarim vê yekê bi teqez bibêjim: Bi taybetî kesên ku çalakî li dar xistin, ji vir derbasî xaka Tirkiyeyê nebûn.

"Weke HSDê me biryar da ku em li Tirkiyeyê çalakiyan nekin"

Me berê jî çend caran li ser vê mijarê daxuyanî dabû. Biryara me ye. Weke Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) me got ku em ê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê gavan neavêjin. Me heta niha nekiriye û ji niha û pê ve jî em ê nekin. Qada şerê me xaka Sûriyê ye.

"Armanca Tirkiyeyê têkbirina Rêveberiya Xweser e"

Armanca dewleta Tirk ne bersivdayîna êrîşa li Enqereyê ye. Armancên wan cuda ne. Ew rasterast binesaziyan û debara gel dike hedef. Armanca wê ya sereke ew e ku binesaziyên Rêveberiya Xweser bike hedef, lawaz bike û piştre wêran bike û gelê me neçar bike ku koçber bibe.

“Dewleta Tirk ji rewşa heyî ya li Rojhilata Navîn sûd werdigire û êrîş dike.”

Dewleta Tirk ji rewşa heyî ya li Rojhilata Navîn sûd werdigire. Di demekê de ku çavê hemûyan li êrîşên Îsraîl ên li ser Xezze, Lubnan û Îranê ye, Tirkiye ji vê rewşê sûd werdigire û êrîşên (li ser Rojava) dike ku berê nedikarîbû bike. Tirkiye di vê heyamê de êrîşên xwe bi israr didomîne.

"Diyaloga me ya bi Tirkiyeyê re dewam dike, êrîş zirarê dide vê pêvajoyê."

Niha bi navbeynkariya Koalîsyona Navdewletî ji bo kêmkirina aloziyan û avakirina diyalogê di navbera me û Tirkiyê de heye. Ev xebat dewam dike. Ev hewldana Koalîsyonê ya di navbera herdu hêzên siyasî û leşkerî de didome.

Berdewam û israra êrîşên bi vî rengî zirarê dide pêvajoya diyalogê ya ku me ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe yên bi Tirkiyeyê re daye destpêkirin û em her tim eşkere dikin ku em jê re vekirî ne."

 
Ev nivîs 358 car hatiye xwendin.