"Divê pêwendiyên ligel Washingtonê ji hevkariyeke leşkerî veguherin şirîketiyeke aborî"

"Divê pêwendiyên ligel Washingtonê ji hevkariyeke leşkerî veguherin şirîketiyeke aborî"

PeyamaKurd – Iraq tekez kir ku divê pêwendiyên ligel Washingtonê ji hevkariyeke leşkerî veguherin şirîketiyeke aborî.

Komîteya danûstandinan a Iraqê bi serokatiya Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên civiya.

Di daxuyaniya piştî hevdîtinê de hat gotin, "Di hevdîtinê de geşedanên dawî yên têkiliyên dualî yên di navbera Iraq û DYAyê de hatin gotûbêjkirin. Her wiha encamên hevdîtina herî dawî ya her du aliyan li Washingtonê jî hatin nirxandin. "

Li gorî daxuyaniyê, mijarên ku bi Amerîkayê re li ser li hev kirine, wê di civîna bê ya lijneyê de bên gotûbêjkirin. Di nav wan de hevkariyên siyasî, dîplomatîk, ewlekarî û parastin, enerjî, aborî, perwerde, tenduristî û jîngehê hene.

Fûad Husên bal kişand ser girîngiya xurtkirina pêwendiyên bi Amerîkayê re bi cîbicîkirina xalên rêkeftinê û derbaskirina pêwendiyan ber bi şirîkatiyeke bihêz a aborî û got: "Divê hevkarî (bi DYA re) tenê bi leşkerî û ewlehî neyê sînordarkirin, divê di warê aborî, tenduristî, perwerdehî û warên din de were berfirehkirin."

 
Ev nivîs 321 car hatiye xwendin.