NY: Di 3 rojan de 50 hezar kes li Sûriyê koçber bûn
PeyamaKurd – Ofîsa Hevahengiya Karûbarên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) ragihand ku ji ber êrîşên komên çekdar ên Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) ku hefteya borî li bakurê rojavayê Sûriyê, nêzî 50 hezar kes li Sûriyê koçber bûne.
Ofîsa Hevahengiya Karûbarên Mirovî ya Netewên Yekgirtî (OCHA) di daxuyaniyekê de ragihand ku piştî êrişên HTŞ û grûpên çekdar li ser Heleb, Idlib û Hemayê yên li Sûriyê ji roja Şemiyê 30ê mijdarê ve nêzîkî 50 hezar kes koçber bûne.
Di daxuyaniyê de tê gotin, “Rewşa jicîhûwarkirinê pir bi lez diguhere û hevkar her roj hejmarên nû piştrast dikin. Ji 30ê mijdarê heta niha zêdetirî 48 hezar û 500 kes koçber bûne.”
“Li Bakurê Sûriyeyê herî kêm 44 sivîl hatin kuştin”
OCHAyê ragihand ku herî kêm 44 sivîl, di nav wan de 12 zarok û 7 jin, li bakurê rojavayê Sûriyê ji 26ê mijdarê ve heta 1ê kanûnê hatin kuştin. Li gorî rayedarên tenduristiyê yên herêmî, bi tenê Idlibê herî kêm 8 sivîl, di nav wan de jinek û 3 zarokên biçûk, di êrîşên hewayî yên duh de hatin kuştin. Di encamê de 29 jê zarok 20 jin herî kêm 59 kes birîndar bûn.
OCHAyê diyar kir ku nexweşxaneya zanîngeha Helebê xisar dît ku bi sedan nexweş ji lênerîna bingehîn bêpar mane.
OCHAyê got: “Kêmtirîn 24 navendên tenduristiyê yên li Idlib û rojavayê Helebê ji ber şer û pevçûnan çalakiyên xwe rawestandine û nexweşxaneya sereke ya li Idlibê jî hatiye asêkirin.”
“Xizmetên zêdetirî 40 dezgehan li Hemayê hatin rawestandin”
OCHAya ku di heman demê de daneyên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî jî dihewîne, diyar kir ku WHOyê rapor kiriye ku di 4 rojan de 56 amputasyon li nexweşxaneyên li bakurê rojavayê Sûriyê hatine çêkirin ku zêdetirî 40 sazî li Hemayê xizmetguzariyên jiyanî û domdar rawestandiye.
Di daxuyaniya OCHAyê de ev agahî hatin dayîn:
“Li gorî rayedarên herêmî, bi dehan sivîl di nav de gelek jin û zarok hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn. Hejmara qurbaniyên sivîl li gelek herêman ji ber bêewlehiyê ne diyar e. Ji duh ve bomberdûman û êrîşên hewayî yên li ser Idlib û Helebê zêde bûne.
“Rewş pir bi lez diguhere”
Bi deh hezaran kes ji ber şer û pevçûnên dawî bi taybetî li Idlib, Heleb û Hemayê koçber bûne. Her wiha tê gotin ku hejmareke zêde ya xelkê ji deverên Helebê derbasî bakurê rojhilatê Sûriyê bûne. Rewş pir bi lez diguhere. Bi taybetî dema ku demsala zivistanê nêzîk dibe, hewcedariyên pêşîn di nav de xwarin, hilberên nexwarinê, drav û stargeh in. Liv û tevgera gel ji ber pirsgirêkên ewlehiyê yên ku berdewam dikin bi giranî hatiye astengkirin. Hat ragihandin kesên ku li herêmên eniyê asê mane, hewl didin birevin. Duh hat ragihandin ku rêya Hanaser-Atharaya ku rêya derketina krîtîk a kesên ji Helebê direvin hatiye birîn.
“NY bi biyar e ku li herêmê bimîne û alîkariyê bide”
Operasyonên Neteweyên Yekbûyî û hevkarên mirovahî yên li deverên Heleb, Idlib û Hemayê bi giranî ji ber metirsiyên ewlehiyê hatine rawestandin. Karkerên mirovî nikarin xwe bigihînin saziyên alîkariyê, tevî depoyan. Vê yekê rê li ber astengiyên cidî di gihandina mirovan a alîkariyên jiyanê de girt. NY pabend e bi mayîna li herêmê û gihandina alîkariyan û kar bike ji bo pêkanîna nirxandinan û berfirehkirina hewildanên bersivdayina mirovî bi lez û bez.
Li herêmên din xebatên alîkariyê yên mirovî dewam dikin. Di nav wan de alîkarî ji xelkên nû awarebûyî re li bakurê rojavayê Sûriyê, ku herî kêm 15 Rêxistinên Sivîl (NGO) bi awayekî çalak piştgiriya navendên pêşwazîkirinê dikin û xwarin, av, sotemenî, çadir, betanî û kelûpelên paqijiyê belav dikin. Di heman demê de li ser paqijî û rakirina çopê jî dixebitin. 3 deriyên gumrikê yên li sînorê Tirkiyê, ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve ji bo gihandina alîkariyan bo bakurê rojavayê Sûriyê tê bikaranîn, dê vekirî bimînin.
“Li gelek herêman dibistan hatin girtin”
Lêbelê, karûbarên bingehîn li gelek deverên bandordar bi giranî hatine sekinandin. Stasyoneke sereke ya avê li rojavayê bajarê Helebê ne li kar e ji ber ku ekîbên lênêrînê nikarin xwe bigihînin herêmê ji ber pevçûnên ku berdewam.
Dibistan li gelek deveran li bakur-rojavayê Sûriyê hatin girtin, herî kêm 13 dibistan ji ber pevçûnên hefteya borî zirar dîtine. Pirsgirêkên tenduristiya gel zêde dibin, di nav de ava vexwarinê jî kêm bûye.
Sûriye yek ji mezintirîn qeyranên mirovî yên cîhanê ye ku niha zêdetirî 16.7 milyon kes hewcedarê alîkariyê ne û zêdetirî 7 milyon kes jî di navxwe de aware bûne. Di hefteyên dawî de zêdetirî 500 hezar kes ji Lubnanê reviyane Sûriyê. Şert û mercên zivistanê dê di hefteyên pêş de hewcedariyên bêtir zêde bikin.”
Ev nivîs 27 car hatiye xwendin.