Piştî mîtînga li Batmanê alozî derket, polîsan bi TOMAyan mudaxale kirin
PeyamaKurd – Piştî "Mîtînga Demokrasî û Azadiyê" ya ku li Batmanê li dijî tayînkirina qeyûman hat lidarxistin, li kolanên kêlekê di navbera polîs û xwepêşanderan de alozî derket.
Li gorî nûçeya ANKAyê, dema ku xwepêşanderan kevir avêtin polîsan bi ava şid û gaza bîberê mudaxale kir.
Li Batmanê di 4ê Mijdarê de ji aliyê Wezareta Karên Hundir a Tirk ve mîtînga “Demokrasî û Azadiyê”, ji bo bertek nîşanî betalkirina peywira wan û tayînkirina qeyûman li şûna Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk, Hevşaredara Batmanê Gulîstan Sonuk û Hevşaredarê Halfetî yê Rihayê Mehmet Karayilan bidin, hat lidarxistin.
Piştî mîtînga ku bi beşdariya Hevseroka Giştî ya DEMê Tulay Hatîmogullari û gelek parlamenter û şaredarên DEMê pêk hat, çalakî hatin lidarxistin.
Dema ku beşdarên mîtîngê belav bûn, bûyer li kuçe û kolanan berdewam kirin.
Xwepêşandêrên ku rê bi konteynirên çopê girtin, kevir avêtin ekîbên polîsan ên ku hatibûn mudaxeleyê. Polîsan jî bi TOMA û gaza bîberê mudaxaleyî çalakgeran kir.
Polîsan mudaxeleyî xwepêşanderan li kolanên di nav bajêr de kirin.