Nêçîrvan Barzanî beşdarî merasîma vekirina Katedrala Notre Dame dibe
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji aliyê Seroomarê Fransayê Emmanuel Macron ve ji bo beşdarî vekirina dêra Notre Dame a Parîsê bibe hate vexwendin.
Di merasîma ku 7ê vê mehê tê lidarxistin de, Serokê hilbijartî yê nû yê Amerîkayê Donald Trump jî di nav de ji 50 welatan serok û berpirsên cîhanê beşdariyê dikin.
Donald Trump li ser vexwendinê got: "Şanazî ye ku ez ragihînim ku ez dê roja şemiyê biçim Parîs a Fransayê, da ku beşdarî vekirina Katedrala Pîroz û Dîrokî ya Notre Dame ya ku pênc sal berê piştî şewateke wêranker bi tevahî hate nûnejkirin, bibim."
Katedrala Notre Dame a 850 salî di nav mîrata cîhanî ya UNESCO de ye.
15ê Nîsana 2019an, di şewatekê dêra dîrokî û navdar hatibû astana tunebûnê ku piştî 5 salan ji nû ve hate avakirin.
Ev nivîs 42 car hatiye xwendin.