Serokê DYAyê Joe Biden seredana Angolayê kir
PeyamaKurd – Serokê DYAyê Joe Biden berê seredana xwe ya ji bo welatê Angolayê paşde xistibû û niha seredana Angolayê kir. Di seredana Anagolayê de li payîtext Luandayê bi serokê Angolayê bi Joao Lourenco re hevdîtin kir, behsa girîngiya hevkariya her dû welatan û veberhênanên ku li Angolayê kirine, kir.
Biden, behsa girîngiya Angolayê kir û got ku divê bêhtir di seha enerjiyê de hevkariyê bikin.
Biden û Joao Lourenco, li Luanda li qesra serokkomariyê civiyan û piştî civînê ji bo çapemeniyê daxwuyanî dan. Biden got ku dahatûya dinyayê di Afrîkayê de ye. DYA heya niha li Angolayê bi miqdarê 3 milyar dolarî veberhênanê kiriye.
Biden, di daxwuyaniya xwe ya çapemeniyê de got ku xeta trênê, enerjiya rojê û leza girêdana înternetê bi desteka DYAyê bûye.
Serokê Angolayê Lourenco jî seredana Biden girîng nirxand û xwest ku ne tenê di seha bergiriyê û ewlehiyê de lê di seha enerjiyê de jî hevkariyê pêşde bibin.
Lourenco, behsa xeta trênê kir ku çend welatên Afrîlkayê bi hev ve girêdide ku bi desteka DYAyê çêbûye.
Biden, sibê dê seredana ‘muzeya koleyan’ û ‘limana Lobito’ bike.
Ev nivîs 33 car hatiye xwendin.