Çima wezîrê nû yê Îsraîlê gelê Kurd hembêz kir?
PeyamaKurd – Wezîrê Karê Derve yê nû yê Îsraîlê hefteya borî çawa ku hate ser kar, di daxuyaniyên xwe de behsa Kurdan kir û peyamên piştevaniya gelê Kurd dan.
Di rewşeke ku li Rojhilata Navîn aloziya şer berdewam dike û Îsraîl li du eniyên Xeza û Lubnanê bi Hemas û Hizbullaha Îran piştevana wê ye re di nav şer de ye, ev gotinên Gideon Sa'ar bûne mijara nîqaşê.
‘Kurd û Cihû xwedî berjewendiyên hevpar in’
Li gorî medya Îsraîlê ji demeke dirêj ve ye Îsraîl, bi gelê Kurd ê li Rojhilata Navîn re têkiliyên erênî didomîne. Ev, beşek ji hevpariya di navbera cihû û kurdan de ye û di heman demê de berjewendiyên hevpar ên li herêmê ne.
Wezîrê derve yê nû yê Îsraîlê Gideon Sa'ar, di axaftina xwe ya yekem de ya dema ku roja yekşema borî dest bi kar kir, behsa gelê kurd kir û got, "Gelê kurd neteweyeke mezin e, yek ji mezintirîn neteweyên bê serxwebûna siyasî ye" û pêwîstiya piştevaniya Îsraîlê ya bo gelê Kurd li Rojhilata Navîn anî ziman.
Ev daxuyaniyên Wezîrê Îsraîlî, bi taybet li Tirkiyê karvedan kir ku ev demek e deshilatdarên Tirk tevî tirsa xwe ya bi gotinên wekî; ‘Mebesta Îsraîlê avakirina Kurdistaneke serbixwe û mezin e li Rojhilata Navîn’ û metirsiya piştî Îranê êrîşkirina ser Tirkiyê ya Îsraîlê jî bi dengekî bilind tînin ziman.
Loma jî gotinên Sa’ar ên dema merasîma wergirtina erka Wezareta Karên Derve ji Îsraîl Katz kirin, li Tirkiyeyê jî bûne rojev û hê jî ew nîqaşê didomin.
Her çiqas aliyên siyasî yên Kurd di vê mijarê de bi eşkereyî piştevaniya xwe bo helwesta Îsraîlê diyar nekirine jî ji rewşenbîr û nivîskarên xuya yên Kurd peyamên hevkariya bi Îsraîlê re têne dayîn.
‘Dijiminên Cihû û Kurdan yek in’
Li gorî nûçeyeke Jerusalem Postê ku balê dikişîne ser daxuyaniyên Wezîrê Derve yê nû Gordion Sa’ar, Îsraîl ji salên pêşî yên serxwebûna xwe ve bi gelê Kurd ê li herêmê re di nav têkiliyên germ de ye, hem cihû hem jî kurd li herêmê kêmnetew in û pirî caran rastî zilma heman dijminan tên.
Li Tirkiyê ji bo Kurdan çareseriyek çawa tê xwestin nediyar e!
Hêjayî gotinê ye, niha li Tirkiyeyê tê xwestin ku proseyeke bi navê aştî û çareseriyê bi rêya Abdullah Ocalan û PKKê were destpêkirin û pêşengiya wê jî Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest a Tirkiyê (MHP) Devlet Bahçelî û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dikin.
‘Êdî bi dengekî bilind li Rojhilata Navîn dewletbûna Kurdan tê xwestin’
Tevî daxuyaniyên têne dayîn jî heta niha nediyar e çareseriyeke çawa tê xwestin, lê pirsa Kurd tenê bi hebûna terorê ve tê girêdan û tê gotin, ew amade ne ‘biratiya hezar salan a Tirk û Kurdan ava bikin’ ango vê jî bi bangeke Ocalan pêk bînin ku behsa beşdarîkirina ti aliyekî din ê siyasî yên Kurdan jî nayê kirin.
Gotinên Bahçelî têne çi wateyê?
Herwiha Bahçelî, di bangewaziyên xwe de bi taybet balê dikişîne ser rewşa aloz a Rojhilata Navîn û Îsraîlê dibêje, îhtimala berfirehbûna şeran heye û divê Tirkiye yekîtiya xwe ya bi Kurdan re jî li ser bingeha biratiyê ji nû ve ava bike.
Bahçelî û deshilatdarên Tirkiyê bêyî behsa ti mafekî siyasî û nasnameyî yên Kurdan bikin dibêjin, pêwîste ew bi Kurdan re li hev bikin da ku Kurd bi hêz û aktorên din ên herêmê û cîhanê re ti tifaqeke nû pêk neyînîn û ev jî nebe sedema parçebûna Tirkiyeyê.
Ev nivîs 107 car hatiye xwendin.