Wezîrê Dadê yê Tirkiyê bersiva serlêdana Ocalan a DEM Partiyê da: Di demeke maqûl de...
PeyamaKurd - Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç, li ser serlêdana DEM Partiyê ya ji bo hevdîtina ligel Abdullah Ocalan li Girava Îmralîyê daxuyanî da.
Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç li ser serlêdana DEM Partiyê got: "Daxwazname hefteya borî hat pêşkêşkirin. Nirxandina me berdewam dike. Bersiv dê di demek maqûl de were dayîn."
DEM Partiyê piştî bangên Serokê MHPê Devlet Bahçelî, 26ê Mijdarê ji bo hevserokên partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogullari li Girava Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin serî li Wezareda Dadê ya Tirkiyeyê dabû.
Ev nivîs 42 car hatiye xwendin.