Îsraîlê ragihand ku kesê pêwendiyan di navbera Sûriyê û Hîzbûllahê de datîne kuştiye

Îsraîlê ragihand ku kesê pêwendiyan di navbera Sûriyê û Hîzbûllahê de datîne kuştiye

PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê ragihand ku li Şamê ji hewayê de êrîşê birine ser erebeyekî û di êrîşê de kesê pêwendiya navbera Sûriyê û Hîzbûllahê de datîne yê bi navê Selman Nemer Cema kuştine ku fermandarekî di asta bilind de bûye. Îsraîl di heman wextê de berpirsiyariya bûyerê girt ser xwe.

Êrîş, li ser rêya balafirgeha navdewletî ya Şamê, li dora nîvrojê bûye lê heya niha Hîzbûllahê di mijarê de ti daxwuyanî nedaye.

Ev nivîs 39 car hatiye xwendin.