Li Sûriyê rewşa dawî ya şer: Li Hemayê şerekî tund heye

Li Sûriyê rewşa dawî ya şer: Li Hemayê şerekî tund heye

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku komên çekdar piştî Helebê berê xwe dane Hemayê û niha şerekî tund di navbera wan û hêzên Sûriyê de rû dide.

Li gorî çavkaniyên herêmê, giraniya şer li bakurê Hemayê ye û çekdar hewil didin wî bajarî kontrol bikin.

Hate diyarkirin ku şeva borî di navbera çekdaran û Hemayê de tenê 5 kîlomtre mabûn û hejmarek gund û bajarok jî ketin kontrola çekdaran.

Li gorî zanyariyên dawî, hezên rejîmê îro pêşve çûne û komên çekdar bi qasî 15 kîlometran dûrî bajêr kirine ku bi piştevaniya bombebaranên asmanî ew yek pêk hatiye.

Herwiha artêşa Sûriyê karwanên nû yên leşkerî şandine eniyên gundewarên bakur, rojhilat û rojavayê Hemayê.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) jî ragihand ku tenê ji doh heta îro li Hemayê 90 kes hatine kuştin.

Herwiha li Helebê jî hêzên rejîmê hewl didin bajarokê Xenasin ji bin kontrola çekdaran derxin ku di êrîşên 27ê Mijdarê de ketibû destê HTŞê. Li gorî SOHRê heta niha zêdetirî 600 kes hatine kuştin.

Ev nivîs 40 car hatiye xwendin.