DYA li Japonyayê baregeha xwe ya leşkerî ava kir
PeyamaKurd – DYA hebûna xwe ya leşkerî ya li Japonyayê xwurt dike û li Tokyo ya Japonyayê baregeha xwe ava kir. Hêzên fezayî yên DYAyê yekîneyên xwe li baregehê bicîh kirin û dixwazin bi hebûna xwe ya xwurt ber li êrîşan bigrin.
Esas Çîn dixwaze li Hind-Pasifikê desthilata xwe zêde bike û li hemberê tehdîdên fuzeyan yên Kore ya Bakûr, li hemberê rewşa niha, Japonya dixwaze li hemberê van tehdîdan bi DYA re koordînasyonê bike.
Ragihandina avakirina yekîneyê ya li bajarê Tokyoyê li baregeha hewayî ya Yokotayê ku DYA ava kir, ji aliyê tûxgeneralê fermandarê DYAyê yê hêzên Hind-Pasifikê de hat kirin. Mastalir got:
“Bi tehdîdên Kore ya Bakûr û tehdîdên Rûsyayê re, Çîn li herêma Hind-Pasifikê ji bo îstîqrarê tehdîd bike di rêyên ne rewa de, bi zorê taktîkên êrîşkarî bikartîne.”
Ev nivîs 27 car hatiye xwendin.