Blinken: Ji bo li Sûriyê şerê navxwe raweste, bila pêvajoya siyasî destpêbike

Blinken: Ji bo li Sûriyê şerê navxwe raweste, bila pêvajoya siyasî destpêbike

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê DYAyê Antony Blinken got ku ji bo li Sûriyê şerê navxwe raweste, divê pêvajoya siyasî destpêbike

Blinken, ragihandina xwe li Brukselê li baregeha NATOyê, piştî civîna wezîrên karên derve yên NATOyê kir. Blinken got:

“Bi êrîşa Heyet Tahrir Şam (HTŞ)ê tiştê em dibînin, destekvanên bingehîn yên Esad; Rûsya dibe, Hîzbûllah dibe, Îran dibe, herkes bi awayekî cuda, bi taybetî bi sedema pirsgirêkên ku ew çêkirine, bala wan belav bûye û wisa xwuya dike ku HTŞê ji van rastiyan fêde dîtiye.

Blinken got ku di vê rewşê de tiştê ku mirov dikare bike, ber li zêdebûna gengeşeyê bigre, di vê çarçovê de li Sûriyê parastina sîvîlan bike û ji bo dawî li şer bîne û pêvajoyekî li ser bingeha biryara konseya ewlehiyê ya NY, pêvajoyekî siyasî bide destpêkirin. Blinken weha dewam kir:

“ Esad red kir ku tevlî pêvajoya siyasî bibe û bû sedema ku HTŞ di sehayê de tiştnan bidest bixe. Wezîfa DYAyê ewe ku li Sûriyê ber li IŞİDê bigre da car din paşde nê û mirov bike ku IŞİD car din li Sûriyê çênebe, ev gelek girînge.”

Ev nivîs 26 car hatiye xwendin.