Wê siyaseta serdema nû ya Trump bo Sûriye û Rojavayê Kurdistanê çi be?
PeyamaKurd - Bi hilbijartina Donald Trump wek serokê nû yê Amerîkayê re, siyaseta Rojhilata Navîn ya Amerîka û rêveberiya wî ya nû tê nîqaşkirin.
Trump di serdema xwe ya yekem a seroktiya Amerîkayê de, soza vekişandina hêzên Amerîkayê ji Rojhilata Navîn û Rojavayê Kurdistanê dabû û heta hejmara wan hêzan jî kêm kiribû.
Trump beriya niha li Sûriyê tawîz dabûn Tirkiyê
Dîsa di serdema Trump a berê de, rêveberiya Washingtonê çavê xwe ji dagirkirina bajarên Rojavayê Kurdistanê yên Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî re girtibû ku artêşa Tirkiyê ligel çekdarên opozîsyona Sûriyê ew dever kontrol kiribûn.
Gelo Amerîka di serdema nû ya Trump de ji Sûriyê vedikişe?
Piştî ku Trump ji nû ve hate hilbijartin cardin nîqaşên vekişandina hêzên Amerîkayê ji herêmê têne kirin ku vê carê ji ber şerê Îsraîl ê li Lubnan û Xezeyê û êrîşên dualî yên Tehran û Tel Avîvê rewşeke nû derketiye holê.
Her çiqas îhtimala vekişîna hêzên Amerîkayê hem ji bo Rojavayê Kurdistanê hem jî Başûrê Kurdistanê metirsiyan ji Kurdan bi xwe re bîne jî pêwîstiya Amerîkayê bi stratejiyên nû bo herêmê jî derketiye holê.
Li şûna vekişînê bicihkirina hêzên nû tê gotûbêjkirin
Ew jî di serî de, gefên ji herêmê bi ser Îsraîlê de pêk tên e ku Îsraîl li dijî vekişîna hêzên amerîkî ye, ji ber ku hem Sûriye hem jî Iraq bûne pêgehên milîsên Îranê û ji wan herêman êrîş bi ser de têne kirin.
Di vê rewşa aloz a Rojhilata Navîn de, pispor dibêjin; vekişîna Amerîkayê ji herêmê nayê pêşbînîkirin û berevajî wê jî dibe hêzên xwe hîn zêdetir bike û teknolojîyên pêşketî yên leşkerî li herêmê bicih bike.
Rojnameya El Ereb jî di vê derbarê de nûçeyek bi sernavê, "Hebûna Îranê ya li Sûriyeyê mijara herî sereke ya nêzîkatiyên Trump ên li hemberî Esed e" belav kiriye.
Wê Amerîka li Sûriyê jî palpişta Îsraîlê be
Di nûçeyê de tê gotin, wê serokê nû yê DYAyê Donald Trump di danûstandinên xwe yên li gel Beşar Esed de rêyeke nû hilbijêre, nemaze li gel hebûna Îranê ya li ser xaka Sûriyeyê ku Amerîka û Îsraîl hewl didin lawaz bikin. Ango wê Amerîka li Sûriyê jî palpiştiya Îsraîlê bidomîne.
Li gorî analîzan “Siyaseta zext û cezayan a Amerîka yên li ser Sûriyeyê wê dewam bike, lê dibe ku di danûstandinên li hemberî Esed de hinek guhertin çêbibe."
Siyaseta rêveberiya nû ya Trump bo Rojavayê Kurdistanê çi ye?
Herwiha Trump dê bikare di navbera piştgiriya hevalbendên Washingtonê yên li bakurê rojhilatê Sûriyeyê û hevkariya li gel Tirkiyeyê de hevsengiyê çêke.
Hêjayî gotinê ye, di nirxandinan de helwesta Trump a berê li ser metirsiyên ewlehiyê yên Enqereyê tê bibîrxistin û tê gotin, wê rêveberiya Trump hêzên Kurdî ji bo pêkanîna hevsengiyê li herêmê wekî fişar li hember rejîma Sûriyê, Îran û Tirkiyê bikar bîne.
Li gorî nirxandinên pisporan, wê Trump piştevaniya bo hêzên Kurd li Sûriyê berdewam bike û heta dibe ku bi navbeynkariyê rêyekê ji bo lihevanîna deshilata Tirkiyê bi Rêveberiya Xweser re jî bibîne.
Ev nivîs 93 car hatiye xwendin.