Serok Barzanî wê beşdarî MEPS2024ê bibe

Serok Barzanî wê beşdarî MEPS2024ê bibe

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî wê beşdarî "Foruma Aştî û Ewlekariya Rojhilata Navîn" (MEPS2024ê) bibe, ku îsal bo cara pêncemîn ji aliyê Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê li Duhokê ve tê sazkirin.

"Foruma Aştî û Ewlekariya Rojhilata Navîn" (MEPS2024) ku îsal bo cara pêncemîn ji aliyê Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê li Duhokê ve tê lidarxistin, di navbera 22-24ê Mijdarê de bi sponseriya medyayî ya K24ê tê lidarxistin.

Gelek berpirsên hikûmet û partiyan, ji wan Serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Wezîrê Navxweyî Rêber Ehmed wê li ser asta Herêma Kurdistanê beşdarî MEPS2024ê bibin.

Rêveberê Giştî yê MEPS2024ê Dr. Huner Îsa îro Çarşemê 20.11.2024ê di daxuyaniyekê de ji K24ê re got, "Forum dê bi hevbeşî ligel zanîngehên Harvard, Cambridge, Encumena Atletîk, Wilton Park û Encumena Berpirsiyariya Kirîzan were lidarxistin."

Îsa, da zanîn ku ji 40 welatên cuda bi qasî 124 akademîsyen wê beşdarî forumê bibin û got ku ji sedî 73yê van akademîsyenan cara ewil beşdarî forumê dibin û wiha got: "Di çarçoveya forumê de derbarê rewşa heyî ya li cîhanê û Rojhilata Navîn de wê gelek panel û atolye bên lidarxistin. "

Huner Îsa diyar kir ku wê îsal bi dehan berpirsên hikûmet û partiyan ji hundir û derveyê Iraqê û ji Herêma Kurdistanê beşdar bibin.

Di Foruma MEPSê de ku roja 20ê Mijdara sala borî destpê kir û sê rojan berdewam kir, Serokwezîr Barzanî nar û hingivê Kurdistanê pêşkêşî Serokwezîrê berê yê Brîtanya Boris Johnson kir.

 
Ev nivîs 36 car hatiye xwendin.