Li Dêrezorê di encama teqîna bombeyekê de 6 şervanên HSDyê birîndar bûn

Li Dêrezorê di encama teqîna bombeyekê de 6 şervanên HSDyê birîndar bûn

PeyamaKurd – Ajansa Nûçeyan a Northê ku bi ser Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ve ye, radigihîne; îro pêncşemê, bi teqîna bombeyeke bidestçêkirî li gundewarên Dêra Zorê li rojhilatê Sûriyê ku otombîleke leşkerî kiriye armanc di encamê de 6 şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) birîndar bûne.

Teqînê di wesayîteke Meclîsa Leşkerî ya Hecîn de ya bi ser HSDyê ve li nêzî bajarokê El-Ozbayê li rojhilatê Dêra Zorê rû daye.

Di êrîşê de 6 şervanên HSDyê birîndar bûne û hatiye ragihandin ku rewşa hinekan giran e.

Di dema bûyerê de wesayît ji bo hêsankirina dewriyeya şervanan di rê de bûye, li şûna personelên Hesekê yên ku ber bi bajarê Hecînê û gundewarên rojhilatê Dêra Zorê ve diçû.

Ev nivîs 26 car hatiye xwendin.