Berxwedana Îslamî bi balafirên bêmirov êrîşî ser bakurê Îsraîlê kir

Berxwedana Îslamî bi balafirên bêmirov êrîşî ser bakurê Îsraîlê kir

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Berxwedana Îslamî ya li Iraqê bi balafirên bêmirov (ÎHA) êrîşî bakurê Îsraîlê kir.

Di daxuyaniya Berxwedana Îslamî ya roja Duşemiyê 28ê Cotmeha 2024an de hat ragihandin ku îro danê sibê bi balafirên bêmirov li bakurê Îsraîlê êrişî baregeheke leşkerî kirine.

Komên milîsên Iraqî yên ku bi navê Berxwedana Îslamî tên naskirin ji Hizbullah, lîwayên Seyîd El Şuheda û Tevgera Nucaba hene.

Eniya Berxwedana Îslamî ya li Iraqê piştî êrîşa Hemas û artêşa Îsraîlê ya li Xezzeyê ya di 7ê Cotmehê de, bi moşek û balafirên bêmirov êrîşî Îsraîlê dike.

Îsraîl ji êrîşa 7ê Cotmeha sala 2023an vir ve zêdetirî salekê ye li Şerîda Xezzeyê şerê Hamasê dike.

Şerê Xezzeyê bû sedema destwerdana komên çekdar ên bi piştgiriya Îranê li herêmê.

 
 
Ev nivîs 458 car hatiye xwendin.