Tirkiyê bang li Amerîkayê kir: Leşkerên xwe ji Sûriyê vekişîne

Tirkiyê bang li Amerîkayê kir: Leşkerên xwe ji Sûriyê vekişîne

PeyamaKurd – Tirkiyê bang li Amerîkayê kir ku leşkerên xwe ji Sûriyê vekişîne û piştgiriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (DSG) ku Kurd stûna sereke ya wê ne, rawestîne.

Li gorî nûçeya Bloomberg, Tirkiyê pêşniyarek pêşkêşî Washingtonê kiriye û ragihandiye, ew ê li Sûriyê erka şerê li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê li Sûriyê bi cih bîne, di berdêla vekişandina hêzên xwe ji Sûriyê û rawestandina piştevaniya ji HSDê re.

Li gorî îdiaya Bloombergê, Tirkiyê herwiha ragihandiye ku ew dikare berpirsyariya bi deh hezaran girtiyên DAIŞê û malbatên wan ên li herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweser a Rojava de girtiye, bigire ser xwe.

Ji aliyê din ve Washîngtonê heta niha bersiva vê pêşniyara Enqerê nedaye.

 
Ev nivîs 39 car hatiye xwendin.