Polîsên Hewlêrê, ji ber gulebaranê 2 kes girtin
PeyamaKurd – Rêveberiya polîsên Hewlêrê 2 kes bi tometa gulebaranê li ser rêya 60 metrî bi awayekî ketober girtin.
Îro (21ê mijdara 2024an) rêveberiya polîsên parêzgeha Hewlêrê ragihand: ‘’2 tometbarên bi navên Z.H.Û li gel I.S.M hatine girtin ku şeva borî bi awayekî ketober di nav bajarê Hewlêrê de li ser rêya 60 metrî gule berdidan.’’
Her wiha hat ragihandin: ‘’Piştî lêkolînên tîmên rêveberiya polîsên parêzgeha Hewlêrê aşkera bû ku ew 2 tometbar di nav otomobîleke taksiya taybet de bi awayekî ketober û bi awayekî li ser rêya 60 metrî gule berdane û guleyek li pencereya yek ji avahiyên niştecîhbûnê ketiye. Ji ber vê yekê piştî ku derketine pêşberî dozger tometbar hatin girtin û lêkolîna li ser wan hate destpêkirin û ew radestî dadgehê hatinkirin.’’
Di dawiyê de jî hat gotin: ‘’Her kesê li nav bajarê Hewlêrê bixwazê aramiya bajar têk bibe û aloziyê çêke dê radestî dagehê bê kirin.’’
Ev nivîs 28 car hatiye xwendin.