Zelenskiy: Rûsya bi fuzeya nav qit’ayan êrîş kir Ûkraynayê
PeyamaKurd – Serokê dewleta Ûkraynayê Volodimir Zelenskiy got ku artêşa Rûsyayê bi fuzeya nav qit’ayan êrîş kiriye Ûkraynayê û Putini sûcdar kir ku Ûkraynayê wekî seha perwerdê bikartîne û di êrîşê de 34 kes birîndar bûne.
Zelenskiy, ragihandina xwe di ser hesabê xwe yê Telegramê de bi dîmen parvekir û got ku artêşa Rûsya serê siba duhî bi fuzeya nav qit’ayan bi ya balistik li Ûkraynayê daye. Zelenski got:
“Rûsya ji ber ji Ûkraynayê ditirse, bi fuzezeyên nû êrîşê Ûkraynayê dike, Ûkraynayê wekî seha perwerdê bikartîne û ditirse ku cîranê ji dest here û ji bo ber li vê yekê bigre, ji destê Putin çi were dike.”
Zelenskiy hem ragihand ku serokerkanê Îngîltere Oramiral Anthony David Radakin çûye Kievê û ew qebûl kiriye. Di civînê de hevkariya bergiriyê ya navbera her dû welatan û li ser desteka leşkerî ya ji bo Ûkraynayê axifîne.
Rêvebirê leşkerî yê herêma Dnipropetrovskiyê Sergiy Lısak, di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihandiye ku di êrîşa duhî de, di encama êrîşa fuzeyê de, li bajarê Kriviy Rigê 31 kes û li bajarê Dniproyê 3 kes birîndar bûne.
Ev nivîs 44 car hatiye xwendin.