Iraq û Kurdistan wê ji nû ve destpêkirina hinartina petrolê gotûbêj bikin!
PeyamaKurd – Parlamentoya Iraqê roja Sêşemê wê proje yasayê gotûbêj bike ku bi mebesta zêdekirina nirxê berhemanîn û veguhestina bermîleke petrola Herêma Kurdistanê bi qasî 10 dolarî, di çarçoveya hewlên ji nû ve destpêkirina hinartina petrola Kurdistanê ku 19 meh in hatiye rawestandin.
Proje yasa wek rêziknameyek krîtîk tê dîtin ku dikare rê li ber Herêma Kurdistanê veke ku hinartina petrolê bi rêya boriya Ceyhanê ji nû ve destpê bike.
Di budçeya federalî ya sê salan de ku di Hezîrana 2023an de hat pesendkirin, nirxê bermîleke petrola Herêma Kurdistanê wek 6.90 dolar hat diyarkirin. Lê belê şîrketên navneteweyî yên petrolê yên li Herêma Kurdistanê kar dikin, diyar kirin ku ev miqdar têrê nake û sê qat lêçûna wê jî xwestin.
Li hember vê yekê, hikûmeta Iraqê di destpêka meha Mijdarê de hinek guhertin di budçeyê de kiribû û dayîna qerebûya kompaniyên ku li Herêma Kurdistanê kar dikin pesend kiribû û nirxê her bermîlekê jî 16 dolar diyar kiribû.
Pêşnûmeya ku ji aliyê Encumena Wezîran a Iraqê ve hat pesendkirin, wê ji aliyê parlamenteran ve li parlamentoyê were xwendin. Heger proje yasa ji qonaxa xwendina duyem û dengdanê derbas bibe, hinartina petrola Herêma Kurdistanê bo bazarên navdewletî wê careke din destpê bike.
Ev nivîs 20 car hatiye xwendin.