Ji YNKê hemleya bidestxistina serokatiya Hikûmeta Kurdistanê

Ji YNKê hemleya bidestxistina serokatiya Hikûmeta Kurdistanê

PeyamaKurd – Hate ragihandin, tevî ku li beramber 39 kursiyên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) 23 kursî di hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de wergirtine jî xebata bidestxistina serokatiya hikûmetê daye destpêkirin.

Endama serkirdayetiya YNTê Stran Ebdulla, îro Yekşem 24ê Mijdarê, ragihand ku, piştî pesendkirina encamên hilbijartina parlamentoya Kurdistanê, ew dê dest bi danûsatndinên avakirina hikûmetê bi hemû aliyên serkeftî re bikin.

Hêjayî gotinê ye, Komisyona Hilbijartinan a Iraqê, encamên hilbijartina parlamentoya Kurdistanê îro pesend dike û piştre ji bo Serokatiya Herêma Kurdistanê dişîne.

Li aliyê din PDK jî amadekariya hevdîtinên damezrandina hikûmeta dehem a Herêma Kurdistanê bi aliyê siyasî re dike.

Ev nivîs 40 car hatiye xwendin.