Mesûr Barzanî bi Seroka Jûra Bazirganiya Brîtanya-Iraqê re civiya
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 24ê Mijdarê li paytext Hewlêrê pêşwazî li Seroka Odeya Bazirganî ya Brîtanya–Iraqê (IBBC) Emma Nicholson kir.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştî hevdîtinê ragihand, di civînê guftûgo li ser kar û çalakiyên Jûra Bazirganî ya Brîtanya – Iraqê hat kirin.
Hate diyarkirin, herdu aliyan di hevdîtinê de, tekezî li ser girîngiya pêşxistina pêwendiyên dualî, pevguhartina bazirganî û veberhênanê di navbera Brîtanya û Herêma Kurdistanê kir.
Ev nivîs 26 car hatiye xwendin.