Îsraîlê êrîşî deriyê sînor ê navbera Sûriye û Lubnanê kir
PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê ragihand ku doh li Deriyê Sînor ê Cusiyê yê di navbera Sûriye û Lubnanê de êrîşeke hewayî pêk aniye.
Di daxuyaniya artêşê de hat ragihandin ku balafirên şer ên Îsraîlê deriyê sînor ê bi navê El-Kaa yê li aliyê Lubnanê û Cusiyeyê li aliyê Sûriyeyê bi îdiaya Hîzbullahê ji bo şandina çekan bi kar aniye hedef girtin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku êrîş binesaziya leşkerî ya li nêzî deriyê sînor hatiye kirin û hat îdiakirin ku Hizbullahê sînor ji Sûriyeyê derbasî Lubnanê kiriye.
Artêşa Îsraîlê jî di 25ê Cotmehê de deriyê sînor ê bi navê El-Kaa li aliyê Lubnanê û Cûsiye li aliyê Sûriyeyê hedef girt.
Wezîrê Veguhastinê yê Lubnanê Elî Hemiye ragihand ku ji ber êrîşên meha borî deriyê sînor ji xizmetê derketiye.
Di 14ê Cotmehê de jî artêşa Îsraîlê deriyê sînorî yê bi Sûriyê re li rojhilatê Lubnanê El-Masna bombebaran kiribû û di encamê de deriyê sînorî yê sereke di navbera herdu welatan de hat girtin.
Di daxuyaniya Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) de hat ragihandin ku êrîşên hewayî yên Îsraîlê yên li ser her du deriyên sînor ên di navbera Lubnan û Sûriyeyê de "xeta jiyanê ya sereke" ya kesên ku dixwestin ji Lubnanê derbasî Sûriyeyê bibin asteng kir.
Pêla koçberiya ji herêmên başûrê welêt ber bi paytext Beyrûtê û bakur ve didome. Li gorî daneyên ku ji aliyê hikûmeta Lubnanê ve hatin belavkirin, li tevahiya welêt ji ber êrîşên Îsraîlê nêzî 1,9 milyon kes koçber bûn. Ji wan zêdetirî 624 hezar koçberî Sûriyê bûne.