Îranê hinartina gazê ji bo Iraqê rawestand!
PeyamaKurd – Komara Îslamî ya Îranê hinartina gazê ji bo Iraqê bi temamî rawestand û 5 milyon û 500 hezar megawat berhemanîna elektrîkê kêm kir.
Berdevkê Wezareta Elektrîkê ya Iraqê Ehmed Abadî di daxuyaniyekê de ragihand, Îranê şandina gazê bo Iraqê bi temamî rawestandiye. Vê rewşê bandor li santralên elektrîkê yên li Bexda û herêmên navendî yên welêt kir.
Derbarê mijarê de Abadî diyar kir ku aliyê Îranê ji ber xebatên sererastkirina boriya veguhestina gazê 15 rojan sewqiyata gazê rawestand. Di encamê de 5 hezar û 500 megawat xisar li sîstema elektrîkê ya Iraqê ket.
Herwiha Abadî diyar kir ku hin santralên elektrîkê niha di bin çavdêriyê de ne, ji ber ku hilberîna elektrîkê kêm bûye. Ji ber vê sedemê niha li Iraqê berhemanîna elektrîkê daketiye binê 15 hezar megawat.
Di civîna roja 29.08.2024ê de, hikûmeta Iraqê biryar da ku 1 trîlyon û 463 milyar dînar ji bo kirîna sotemenî û enerjiyê di çarçoveya budçeya Wezareta Elektrîkê de dabî bike.
Li gorî budçeya sala 2024ê, 40 trîlyon û 133 milyar dînar ji tevahiya budçeya ku zêdetirî 211 trîlyon dînar e, bo sektora enerjiyê hatiye dabînkirin. Ji vê yekê 18 trîlyon dînar bo elektrîkê û 19 trîlyon dînar jî bo sektora petrolê hatiye dabînkirin.