Serokatiya Rêveberiya Rewşa Afet û Acilê (AFAD) ji bo 50 parêzgehan hişyariya "zer" û "pirteqalî" da

Serokatiya Rêveberiya Rewşa Afet û Acilê (AFAD) ji bo 50 parêzgehan hişyariya "zer" û "pirteqalî" da

PeyamaKurd – Di daxuyanîya ku ji aliyê AFADê ve hat dayîn de, li gor agahî û nirxandinên dawîn ên ku ji Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê hatin sitendin, ji îro (24.11.2024) pê ve wê baran li 30 bajaran wek "zer", li 20 bajaran "pirteqalî" be. Hat ragihandin ku ji sibê ve li 16 bajaran "zer" û li 13 bajaran "pirteqalî" hat dayîn.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku AFADê ji kesên ku li parêzgehên ku hişyariya barana porteqalî lê hatiye dayîn re sms şandiye û bi rêya sîstemên deng û ragihandinê yên li parêzgehan bi giştî 6 hezar û 747 personel û îxbar hatiye dayîn.

Herwiha hat gotin, “Li parêzgehên ku hişyariya porteqalî û zer lê hatiye dayîn 2 hezar û 853 wesayît li ser kar in ji bo vekirina rêyên ku ji ber berf û bagerê hatine girtin. Em bi tundî ji mirovan re bi bîr tînin ku li hember neyînîyên wekî astengkirina veguheztinê ji ber bahozê hişyar bin.”

 
Ev nivîs 33 car hatiye xwendin.