Fransayê destûra moşekên dûravêj da Ukraynayê

Fransayê destûra moşekên dûravêj da Ukraynayê

PeyamaKurd – Fransayê diyar kir ku Ukrayna dikare li dijî Rûsyayê "ji bo xweparastinê" moşekên dûravêj ên Fransî bi kar bîne û di derbarê şandina leşkerên Fransî bo Ûkraynayê de jî got, "tu vebijarkê ne baş nabîne."

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot ku di 22ê Mijdarê de çûbû paytexta Îngilîstan Londonê, bi televîzyona Îngîlîz BBCyê re hevpeyvînek kir.

Li gorî hevpeyvîna ku BBC wê sibê bi temamî biweşîne, Barrot diyar kir ku di mijara piştgirîkirina Ukraynayê de ti xeta sor a Fransayê nîne.

Barrot bal kişand ku divê welatên rojavayî butçeya xwe ya parastinê zêde bikin û got, "Eger em dixwazin zêdetir bikin, divê em zêde xerc bikin û bi tehdîdên nû re rû bi rû bimînin."

Barrot da zanîn ku Ukrayna dikare li dijî Rûsyayê "ji bo xweparastinê" moşekên menzîl dirêj ên Fransî bi kar bîne.

Wezîrê Fransî ji bo ku piştrast bike ka ev moşek berê hatine bikaranîn yan na, got, "Prensîbên me zelal in. Peyamên me ji hêla Serokdewletê Ukraynayê Vladîmîr Zelenskî ve bi zelalî hatin wergirtin."

Derbarê îhtimala beşdarbûna leşkerên Fransî di şerê li Ukraynayê de jî Barrot got, "Em ti bijardeyê li derve nahêlin."

Wezîrê Fransî got, "Em ê heta radeyê û heta ku hewce bike em ê piştgiriyê bidin Ukraynayê. Çima? Ji ber ku ewlehiya me li vir di xetereyê de ye" û destnîşan kir ku her cara ku artêşa Rûsyayê pêşde diçe, xetereya li ser Ewropayê nêzîk dibe.

Barrot diyar kir ku ew deriyê vexwendina Ukraynayê ya ji bo endamtiya NATOyê vekirî dihêlin û ji bo ku hevalbendên xwe yên Ewropayê di vê mijarê de nêzî helwesta Fransayê bibin hewl didin.

 
Ev nivîs 35 car hatiye xwendin.