Li Kerkûkê 2 cotkarên Kurd ji ber erdê xwe diajotin hatin girtin

Li Kerkûkê 2 cotkarên Kurd ji ber erdê xwe diajotin hatin girtin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku îro Yekşemê li gundên Pelkane û Şînaxa yên nehiya Sergeran a Kerkûkê, 2 cotkarên Kurd ji aliyê hêzeke artêşa Iraqê ve hatin girtin.

Çavkaniyên herêmê ji medya Kurdistanê re ragihandin ku hêzeke artêşa Iraqê bi otombîleke leşkerî avêtiye ser malekê li Pelkanê û bi hinceta ku erdên xwe daijon ew girtine.

Cotkarê Kurd ê bi navê Deştî Axa li navenda polîsan got: “Niha ez û cotkarekî din ê bi navê Ferman li navenda polîsan a Sergeranê ne û lêkolîn li ser me tê kirin.”

Cotkarê Kurd daye zanîn, “Behaneya girtina me neheqî û neqanûnî ye. zeviyên min hemû qeydkirî ne û ne karê artêşê ye ku were rêgiriyê li me bike.”

Herwiha Deştî Axa daxwaz ji berpirsên Kurdistanê jî kiriye ku destwerdanê bikin û dawî li zordariya li ser cotkarên kurd tê kirin bînin, bi taybetî ku niha demsala çandiniyê û karê çandiniyê debara jiyana wan e.

Ev nivîs 33 car hatiye xwendin.