Koşka Spî li ser egera êrîşa Îsraîlê nameyek ji Iraqê re şand
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Koşka Spî nameyek ji hikûmeta Iraqê re şandiye ku tê de behsa îhtimala gefa êrîşê ya Îsraîlê dike.
Çavkaniyên nêzî hikûmeta Iraqê ragihandine ku Koşka Spî di nameyê de daxwaz ji Iraqê kiriye welatê xwe dûrî şer bihêlin û ew ji hewldanên wan ên ji bo vê yekê agahdar in.
Herwiha hatiye diyarkirin, êrîşên muhtemel ên komên çekdarên li Iraqê, wê gefê li ser berjewendiyên Amerîka yên herêmê çêke.
Civata Wezîran a Iraqê 19ê Mijdarê li ser gefên Îsraîlê yên derbarê êrîn komên çekdar ragihandibû, ew wan bi temamî red dikin.
Herwiha hatibû gotin ku Îsraîlê dixwaze bi behaneyan êrîşên xwe yên plankirî li ser Iraqê yên berfirehkirina şer mafdar derxe.
Ev nivîs 39 car hatiye xwendin.