Encamên fermî yên hilbijartinên Kurdistanê hatin pesend kirin: Kîjan partiyê çiqas kursî wergirtiye?

Encamên fermî yên hilbijartinên Kurdistanê hatin pesend kirin: Kîjan partiyê çiqas kursî wergirtiye?

PeyamaKurd - Komîsyona Hilbijartinan a Serbixwe ya Iraqê encamên hilbijartinên 20ê Cotmehê yên Parlamentoya Herêma Kurdistanê pesend kir.

Berpirsê Desteya Hilbijartinên Herêma Kurdistanê li Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê Neberd Omer ragihand, Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê encamên hilbijartinên gera şeşemîn a Parlamentoya Iraqê îro pesend kir.

Neberd Omer got, wê Encûmena Komîsyaran encamên hilbijartinên Herêma Kurdistanê bi awayekî fermî ji Serokatiya Herêma Kurdistanê re bişîne.

Hêjayî gotinê ye, 18ê Mijdarê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê 44 giliyên têkildarî hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê yekalî kiribû.

Kîjan partiyê çiqas kursî wergirt?:

PDK: 39 kursî

YNK: 23 kursî

Newey Niwê: 15 kursî

Yekgirtûya Îslamî: 7 kursî

Tevgera Helwest: 4 kursî

Komela Dadweriyê: 3 kursî

Bereyê Gel: 2 kursî

Tevgera Gorranê: 1 kursî

Hevpeymaniya Herêma Kurdistanê: 1 kursî

Kotaya pêkhateyên: 5 kursî

Ev nivîs 29 car hatiye xwendin.