Îran: Danûstandinên nukleerî dîsa destpê dikin! 

Îran: Danûstandinên nukleerî dîsa destpê dikin! 

PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Bekayî ragihand ku danûstandinên nukleerî yên bi Almanya, Îngilîstan û Fransayê re li Viyana paytexta Otrîşê bi taybetî geşedanên herêmî û navneteweyî wê ji nû ve destpê bikin. 

Îran piştî navbereke du salan wê danûstandinên navokî yên bi welatên Ewropayê re ji nû ve bide destpêkirin. Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Îsmaîl Bekayî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku muzakereyên ku roja înê li Viyana paytexta Awûstûryayê bi Almanya, Îngilîstan û Fransayê re tên kirin, wê di çarçoveya polîtîkaya diyalogê ya ku berjewendiyên neteweyî yên Îranê dinirxîne, di çarçoveya hurmeta dualî were kirin. 

Bekayî herwiha diyar kir ku ev hevdîtin berdewamiya wan peywendiyên ku di çarçoveya Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li bajarê New Yorkê yê Amerîkayê hatin kirin de ne û wiha dewam kir: 

"Di hevdîtinê de mijarên herêmî û navneteweyî yên wekî Filistîn û Lubnanê û geşedanên li ser bernameya nukleerî ya Îranê bi berfirehî bên gotûbêjkirin." 

Ji aliyê din ve Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Arakçî di daxuyaniya xwe ya dawî de derbarê danûstandinên atomî yên ligel welatên Ewropayê de ragihand, Îran ti carî ji maseya danûstandinan derneketiye, “Em amade ne li ser esasê berjewendiyên xwe yên netewî danûstandinan bikin, ne di bin zextan de."

Ev nivîs 21 car hatiye xwendin.