Çîn di bikaranîna robotên endustriyel de ket pêşiya Almanya, Japonya û DYAyê
PeyamaKurd – Çîn di bikaranîna robotên endustriyel de ket pêşiya Almanya, Japonya û DYAyê. Federasyona Robotîk ya Navdewletî rapora xwe ya sala 2024an belav kir û li gor raporê; Çîn di hilberîna berhemên bi 10 hezar karkeran re, di sala 2023an de 470 robotan bikaraniye.
Japonya, di bikaranîna robotan de li pey Kore ya Başûr û Sîngapurê di rêza 3em de ye lê ketiye pêşiya welatên Almanya, Japonya û DYAyê.
Kore, di şûna 10 hezar karkeran de 1012 robotên sanayiyê bikartîne û di rêza yekem de ye. Singapur bi 770 robotan û Almanya bi 429 robotan, Japonya bi 419 robotan li pey Çînê tê. DYA, bi 295 robotan ket rêza 11em.
Ev nivîs 21 car hatiye xwendin.