Lamborghini, di sala 2024an de zêdetirê 3 milyar Euro kar kir

PeyamaKurd – Hilberînerê otomobîlên sport Lamborghini, di sala 2024an de bi dahata xwe ya zêdeyê 3 milyar Euroyî, di dîroka xwe de kara herî zêde kir. Firotina otomobîlên xwe, di sala 2024an de % 5,7 zêdetir kir. Mezinkrina şîrketa xwe bi otomobîlên hibrit dide dewam kirin lê bo hilberîna otomobîlên bi elektrîkê, hedefa wê sala 2029an e.
Li gor ragihandina şîrketê; Lamborghini, di sala 2024an de li dora 3,09 milyar Euro (dike 3,4 milyar dolar) dahatê bidest xistiye. Adedê ku hilberandiye dike 10 hezar û 687 heb. Li gor sala 2023an jî Lamborghini dahata xwe %16, 2 zêdetir kiriye.
Otomobîlên sport ji ber bihayê wan zedeye, firotina adedên wan kêm e.
Ev nivîs 23 car hatiye xwendin.




