Ji malpera Gerçek Gündem û ji TV100ê gelek xebatkaran ji ser kar derxistin

Ji malpera Gerçek Gündem û ji TV100ê gelek xebatkaran ji ser kar derxistin

PeyamaKurd – Rojnamevanê Tirkiyê yê bi navê Sercan Meriç di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihand ku di sektora medayê de bûyerên ku vê dawiyê çêbûn de, gelek xebatkar yên di malpera înternetê ya bi navê Gerçek Gündem û TV100 de dixebitîn, wan ji kar derxistine. Heya niha di derbarê derxistina wan ya ji kar de ti agahî nehatiye dayîn.

Ji kanala TV100ê li dora 100 kesan ji kar derxistine û ev kiryar jî nîşan dide ku wê di nêz de weşana TV ya navborî raweste anjî dibe hinek kesêndin bigrin îş.

Di sektora medyayê de demekî kurt berê 300 xebatkarên Ekol TV yê ji ser kar derxistibûn.

Ev nivîs 29 car hatiye xwendin.