Rubio û Netanyahu bi xweşbînî li agirbesa Xezzayê dinêrin

Rubio û Netanyahu bi xweşbînî li agirbesa Xezzayê dinêrin

PeyamaKurd – Wezîrê kar û barên derve yê DYAyê Marco Rubio li Îsraîlê bi serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netenyahu re civiya û paşî di civîna çapemeniyê de li ser agirbesa li Xezzayê daxwuyaniyên erênî da û got:

“Li pêşiya me hêj zêde kar hene em bikin lê em di mijarê de xweşbînin.”

Li ser mijarê Benyamin Netenyahu jî got:

“Em dixwazin aştiyê pêşbixin. Hêjî pirsgirêjkên me yên ewlehiyê hene. Lê em dikarin bi hevre bixebitin, pirsgirêkan çareser bikin û hem ji derfetan fêde bibînin. Pêşdeçûnên baş hene. Kes xwe naxapîne. Ew tiştên bêîmkan bûn me bi ser xist û niyeta me heye em dewam bikin.”

Rubio ragihand ku serokê DYAyê Trump berya her tiştî girîngiyê dide agirbesa Xezzayê û nîşana wê jî ewe ku cîgirê serokê DYAyê James David Vance bi heyetekî di asta bilind de û li pey hev heyetên DYAyê seredana herêmê dikin. Rubio got:

“Serkeftinekî girînge lê gelek kar hene bên kirin. Tevî hinek astengiyên tên derxistin jî, ez bawerim em bigihên hedefa xwe.”

Ev nivîs 19 car hatiye xwendin.