Li navça Türkoğlu ya bajarê Maraşê bi dereca 4.0an erdhejekî qewimî
PeyamaKurd – Li navça Türkoğlu ya Maraşê seet di 22.08an de bi dereca 4.0an erdhejekî qewimî. Navçe û bajarên cîran erdhejê hîskirin.
Erdhej di bin erdê de di kûrahiya 7,11 km yan de çêbû. Heya niha di mijara wendayiyên canî de û maddî de ti gilî nehatine kirin lê tîmên pêwendîdar li deverê xebata lêkolînê dikin bê ti zerarekî xelkê çêbûye an nebûye.
Ev nivîs 32 car hatiye xwendin.