Trump dertê gera Malezeya, Japonya û Kore ya Başûr

Trump dertê gera Malezeya, Japonya û Kore ya Başûr

PeyamaKurd – Serokê DYAyê Donald Trump di 26ê Cotmehê de ji bo 5 rojan dertê gera ji bo Malezeya, Japonya û Kore ya Başûr. Di çarçova gera xwe de wê bi lîderên ASEAN û serokê Kore ya Başûr re hevdîtinên duqolî bike.

Koşka Sipî ragihand ku Trump wê roja Yekşemê derê gera xwe ya bo 5 rojan û bi dorê wê here Malezya, Japonya û paşî here Kore ya Başûr ku li wê derê wê  Zîrwa Hevkariya Aborî ya Asya-Pasifikê (APEC) çêbibe.

Berdevka Koşka Sipî Karoline Leavitt di civîna çapemeniyê de detayên gera Trump ji raya giştî re ragihand. Li gor daxwuyaniya Leavitt; wê Trump di 26ê Cotmehê de here Malezyayê û bi serokwezîrê wê derê bi Enver İbrahim re hevdîtinên dualî bike. Trump li Malezyayê wê bi lîderên endamên ASEANê bicive.

Trump wê di paşî here Japonyayê û di 28ê Cotmehê de bi serokwezîrê Japonyayê bi Takaiçi Sanae re hevdîtin bike. Paşî di 29ê Cotmehê de wê here Kore ya Başûr bajarê Busanê û bi serokê dewleta Kore ya Başûr bi Lee Jae Myung re bicive.

Wê di heman rojê de di vekirina zîrwa APECê de axaftinekî bike, di 30yê Cotmehê de roja Pênşemê bi serokê dewleta Çînê bi Şi Cinping û lîderên din yên APECê re were cem hev û di wextê êvarê de here  Washingtonê.

Ev nivîs 32 car hatiye xwendin.