Mesrûr Barzanî: Werin em parastina jîngehê bikin erkekî hevpar

Mesrûr Barzanî: Werin em parastina jîngehê bikin erkekî hevpar

PeyamaKurd – Di dema vekirina projeya ava Qûştepeyê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, tekezî li ser giringiya parastina av û jîngehê kir û ev mijar weke berpirsiyariyeke hevbeş ji bo hemû welatiyan bi nav kir.

Serokwezîr Barzanî bal kişand ser bandorên neyînî yên guherîna keşûhewayê û hişkesaliyê yên li ser herêmê û got, "Kêmbûna baranê di salên dawî de bûye sedema kêmbûna avê. Divê em hemû bi hev re rûbirûyî vê metirsiyê bibin û rê li ber îsrafa avê bigirin." Wî da zanîn ku hikûmet bi hevkariya aliyên navneteweyî li ser çareserkirina vê pirsgirêka gerdûnî dixebite.

Her wiha, Serokwezîr behsa projeyên din ên hikûmetê kir û got, "Me ne tenê di warê avê de, lê di gelek sektorên din ên wekî elektrîk, rê, tenduristî, perwerde û dîjîtalkirina xizmetguzariyan de jî xebatên giring meşandine. Xizmetkirina gel erkê me yê sereke ye û pêwîstî bi dilsoziyê heye."

Mesrûr Barzanî diyar kir ku samanê neteweyî milkê gel e û divê bi awayekî adilane ji bo xizmeta hemû welatiyan were bikaranîn. Wî di dawiyê de bang li her kesî kir ku parastina jîngehê û bikaranîna bi baldarî ya avê bikin beşek ji çanda jiyana xwe ya rojane.

Ev nivîs 24 car hatiye xwendin.