Nêçîrvan Barzanî: Badînanê her tim neyarên PDKê bêhêvî hiştine

PeyamaKurd- Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî, îro 23yê Cotmehê beşdarî ahenga bangeşeya hilbijartinê ya Lîsteya 275'an a PDKê li Dihokê bû.
Nêçîrvan Barzanî di gotara xwe de kêfxweşiya xwe anî ziman û got: "Ez kêfxweş im ku îro careke din em li Badînanê em gihîştin hev. Badînan bi giştî her dem li pişt PDKê sekinî ye û her tim neyarên PDKê bêhêvî hiştine."
Nêçîrvan Barzanî diyar kir: "Dihoka rengîn hêza PDKê ye. Badînan û Dihok xweşdiviyên me hemûyan in û herwiha xweşdiviyên Serok Barzanî ne."
Cîgirê Serokê PDK'ê bal kişand ser avadaniya li deverê û got: "Li gundên vê deverê avadaniyeke baş dest pê kiriye. Dengê fîşekan nemaye, nexweşî nemaye. Em hêvîdar in ku xweşî her hebe li vê deverê û li vî welatî."
Derbarê girîngiya hilbijartinan de, Barzanî destnîşan kir: "Hilbijartinên Parlamentoya Iraqê ji bo PDKê, ji bo Kurdistanê û ji bo paşeroja gelê me girîng in. Min xwest ji we re bêjim PDK ber bi yek milyon dengî ve', lê beriya ku ez daxwaz bikim, we diruşmên xwe bilind kiribûn."
Cîgirê Serokê PDK'ê da zanîn ku "nûnerên PDKê, nûnerên hemû xelkê ne û hûn dizanin karê rojane yê PDKê çawa ye."
Ev nivîs 24 car hatiye xwendin.




