Derhênerê sînama Tirkiyê Osman Sınav jiyana xwe ji dest da

PeyamaKurd – Derhênerê sînama Tirkiyê yê bi nav û deng Osman Sınav, bi sedema nexweşîna seretanê (kanser) di 69 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Osman Sınav, derhênerê fîlm an rêzefîlmên wekî Kurtlar Vadisi, Deli Yürek, Sen Anlat Karadeniz bû.
Osman Sınav, xelkê bajarê Burdurê ye û di sala 1956an de hatiye dinyayê. Perwerda xwe li zanko ya Marmarayê di beşa Hunerê de kiribû. Sinav, bi rêzefîlmên salên 1990 û 2000an de, bi fîlmên xwe, xwe gihandibû bi milyonan temaşevanan. Di dîroka tv yên Tirkiyê de, şopa mezin hişt.
Ev nivîs 35 car hatiye xwendin.




