Piştî kuştina Yehya Sînwar 3 vebijêrk li ber Îranê hene

Piştî kuştina Yehya Sînwar 3 vebijêrk li ber Îranê hene

PeyamaKurd – Karvedana kuştina Serokê Hemasê Yehya Sînwar li Xezeyê, berdewam dike û bersiva Îranê ya bo kuştina wî jî tê nîqaşkirin. Ev nîqaş li demeke ku Îsraîlê plana êrîşa ser Îranê eşkere pesend kiriye, pêk tên.

Rojnameya El Eyn El Exbariya li ser mijarê nirxandinên pisporên karûbarên Îranê yên derbarê vebijêrkên Îranê yên piştî kuştina Sinwar belav kir.

Pispor dibêjin, Îran yan wê hêzên xwe yên wekîl bihêz bike, yan têkiliyên bi welatên Rojava re xurt bike yan jî berê xwe bide çêkirina çekên nukleerî.

Xurtikirina têkiliyan an bihêzkirina wekîlan

Di nûçeyê de hatiye gotin: "Dibe ku rayedarên Tehranê 3 vebijêrkan hilbijêrin; rêzeserkeftinên leşkerî yên Îsraîlê paşguh bike û guh bide jinûve avakirina hêza xwe ya bi wekîlan. Ango dibe ku hewl bide têkiliyên xwe bi hêzên rojavayî re xurttir bike.”

Guhertina doktrîna nukleerî di rojevê de ye

Herwiha li gorî analîzên pisporan, “Dibe ku Îranê biryar be parastina rasteqîn a yekane ji Îsraîlê ˈvekolîna doktrîna nukleerîˈ be û hewl bide uranyuma dewlemendkirî ya depokirî veguherîne çekên rasteqîn."

Ev nivîs 37203 car hatiye xwendin.