Pedersen: Bûyerên Sûriyê gelekî metirsîdar in
PeyamaKurd - Nûnerê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Karûbarên Sûriyê Geir Pedersen di civîna awarte ya Konseya Ewlekariyê de got ku geşedan û bûyerên li Sûriyê rû didin metirsîdar in.
Geir Pedersen diyar kir, “Geşedanên li Sûriyê yên ji ber êrîşên “terorîstî” ên li ser Heleb û Idlibê rû didin, gelek metirsîdar in.”
Pedersen da xuyakirin, qadeke berfireh a Sûriyê êdî di bin kontrola komên “terorîst” û çekdar de ye û wiha axivî:
“Şer zêde bûne û rêxistinên çekdar ber bi bajarên mezin ve pêşve diçin. Ev rêxistinên çekdar êdî binesaziyên giştî û nexweşxaneyan armanc dikin.”
Pedersen herwiha banga rawestandina şer li Sûriyê kir û got, “Divê em aloziya Sûriyê bi rêbazên aştiyane çareser bikin.”
Konseya Ewlekariyê ya NY, li ser daxwaza Sûriyê û bi piştgiriya hin dewletên erebî û Afrîkî hate lidarxistin û Nûnerê Sûriyê yê Neteweyên Yekbûyî Qusey Dehak bal kişand ser aliyên Astanayê û got: “Tirkiyeya garantor erka xwe di pêşhatan de pêk neanî”.
Ev nivîs 36 car hatiye xwendin.