Ji CENTCOMê daxuyaniya êrîşên asmanî: Me li Dêrazorê êrîşî milîsên Îranê kir
PeyamaKurd – Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku hêzên wan ên asmanî li Dêrazorê rampayên moşekan, cebilxane û tankên komên milîsên Îranê bombebaran kir.
CENTCOMê eşkere kir ku ev êrîşî piştî êrîşa li dijî bargehên wan pêk hatiye û diyar kir, ew ê bersiva her êrîşeke li dijî hêzên xwe yên li Sûriyê bidin.
Li aliyê din Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) jî ragihand ku di encama êrîşa asmanî ya Amerîkayê de 6 çekdarên Îranê hatin kuştin.
SOHRê daye zanîn ku êrîşa balafirên Amerîkî şevê din li nêzî deriyê sînor Ebukemal yê di navbera Iraq û Suriyê de jî hatiye bombebaran kirin ku komên milîsan dikirin derbasî nava Sûriyê bibin.
Li gorî SOHRê komên çekdayên girêdayî Îranê li herêmên Elcel, Elxibra, Elsiyal, Hesrat û Piştêne yên li Ebukemalê hatine bombebaran kirin.
Ev nivîs 36 car hatiye xwendin.