Dezgeha Alîkariya Barzanî pêşwaziya penaberên Efrînê kir

Dezgeha Alîkariya Barzanî pêşwaziya penaberên Efrînê kir

PeyamaKurd – Tîmên Dezgeha Alîkariya Barzanî ya li Efrînê pêşwaziya zêdetirî 200 malbatên ku ji ber êrîşên komên çekdar ên li Tel Rifat û Şahba koçber bûne û vegeriyane kir.

Dezgeha Alîkariya Barzanî pêşwazî li vegera 200 malbatên ku di encama dagirkirina Efrînê de ji herêmên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de hatibûn derxistin, bo Efrînê kir.

Di daxuyaniya li ser tora medyaya civakî ya facebookê ya Dezgeha Alîkariya Barzanî de hat gotin, "Bi şer û pevçûnên li Sûriyeyê re, bi hezaran malbat koçber bûn û koçî herêmên ewle kirin."

Di daxuyaniyê de hat gotin, êvariya roja Duşemê 02.12.2024 nêzîkî 200 malbat vegeriyan Efrînê û tîmên Dezgeha Alîkariya Barzanî li devera Kefer Cenne pêşwaziya wan kirin û xizmetguzariyên pizîşkî, pêdiviyên sereke û xwarinê pêşkêşî wan kirin.

 
Ev nivîs 33 car hatiye xwendin.