Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Îmarata Erebî kir
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 4ê Kanûnê pêşwazî li Balyozê nû yê Îmarata Erebî yê Iraqê Ebdullah Meter El-Mezroî kir.
Piştî hevdîtinê hate ragihandin ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahî li destbikarbûna Balyozê nû kiriye û hevkarî û piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo wî nîşan daye. Herwiha Serokwezîr Barzanî, ji bo serxistina erkê wî û pêşxistina pêwendiyên dualî di warên cuda serkeftin jê re xwestiye.
Balyozê Îmarata Erebî jî silavên Serokê Îmaratê Şêx Mihemed Bin Zayid gihandin Serokwezîr Mesrûr Barzanî û tekezî li ser pêşxistina pêwendiyên dostane di navbera welatê xwe û Herêma Kurdistanê de kir.
Di civînê de, girîngiya parastina ewlehî û aramiya Iraq û herê jî hate guftûgo kirin.
Ev nivîs 37 car hatiye xwendin.