Çekdaran li Til Rifetê jineke Kurd serjê kir
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku cekdarên opozîsyona Sûriyê yên girêdayî Tirkiyê, piştî derbasî deverê bûn, li bajaroka Til Rifetê serê jineke Kurd jê kir.
Mihemed Hacî Şêxoyê bavê 3 zarokan ê ji Efrînê, sala 2018yan koçberî bajarokê Til Rifetê bûbû, niha careke din koçberî Tebqayê bûye.
Li gorî nûçeya Rûdawê, Mihemed Hacî Şêxo piştî êrîşa komên çekdar ên bi navê “Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê” ya ji komên çekdarên Tirkiye piştevana wan e pêk tê, dema ew ji kar diçe malê, dibîne ku çekdarên Hemzat hevjîna wî Emîne Hennan a temen 40 salî kuştiye û ew serjê kiriye.
Hate diyar kirin ku ev bûyer 2yê Kanûnê çêbûye ku Mihemed Hacî Şêxo wiha behsa xwe û bûyerê kiriye: “Navê min Mihemed Hacî Şêxo ye, lawê Silêman im, ez ji Meydana me, li Cindirêsê rûniştibûm. Navê hevjîna min jî Emîne Hennan e, navê dayika wê Mewlîde ye û nexweş bû li erdê bû. Ez karê sivîl dikim. Ez ji kar vedigeriyam, dengê teqeyan gelekî dihat û dihat gotin Til Rifet çûye, dema ez gihîştim malê, mîn dît ku hevjîna min serjêkirî ye û gule li wêneyên li hundir dabûn.Wan serê wê li hundirê malê daniye. Serjêkiribû û wêne jî danîbûn ber balgeha wê, wekî çawa di xewê de bû. Sê zarokên min hene. Ez mirovekî koçber im. Sala 2018yan em ji ber şerê li Efrînê derketin çûn Til Rifetê. Min xwest kar bikim û tenê zarokên xwe û hevjîna xwe xwedî bikin, lê wan ew jî kuşt."
Mihemed Hacî Şêxo gotiye, ji tirsa ku çekdar wî û her du zarokên wî jî bikujin, nikarîbû cenazeyê hevjîna xwe ya kuştî, bi xakê bisipêre.
Mihemed Hacî Şêxo dibêje: “Min hevjîna xwe binax nekir, dema min wiha dît, min got ez zû xwe û zarokên xwe rizgar bikim, ma ez dê bi kû derê ve biçim, ez nexweş im. Kurd wêran bûn, xelkê me yê Kurmanc wêran bûn."
Mafnas û çalakvanê sivîl Îbrahîm Şêxo jî li ser bûyerê gotiye: “Roja 2yê mehê li bajarokê Til Rifetê, zilamek bi navê Mihemed Hacî tê naskirin, hevjîna wî Emîne Hennan a 40 salî, hêzên çekdar ên opozisyona Sûriyeyê, bi taybetî Firqeya Hemzat / Hêza Hevbeş, ew jin serjê kir. Ew di xew de bû û ji ber ku ew bi xwe jî rewşa wê ya tenduristî gelekî xirab bû û nikarîbû ji malê derketiba. Me dît hevjînê wê jî ev yek ragihand ku çawa hevjîna wî hatiye kuştin.”
Ev nivîs 44 car hatiye xwendin.