Profesorê Kurd ji ber rexnekirina êrîşên çekdaran li Diyarbekirê hate girtin
PeyamaKurd - Prof. Dr. Cenap Ekinci ku li Beşa Tibê ya Zanîngeha Dicle ya Diyarbekirê mamostetiyê dike, ji ber parvekirina peyamekê li ser dîmenên êrîş û binpêkirinên komên çekdarên opozîsyona Sûriyê hate girtin.
Navenda Asayîşa Diyarbekirê doh banga îfadeyê Prof. Ekîncî kir û piştî derkete pêşberî dozger li Dadgeha Nobedar jî biryara girtina wî hate dayîn û şevê din hate girtin.
Hate zanîn ku Ekîncî, ji ber parvekirina xwe ya 1ê Kanûnê li ser Xê belav kiriye hatiye girtin. Ekîncî, ligel dîmeneke çekdarên opozîsyona Sûriyê ya Tirkiye piştevaniya wan dike ku desteserkirina jinên Kurd li Til Rifatê belav kiribûn, rexneyên xwe nivîsandibûn. Dadgehê jî li ser wê parvekirinê bi hinceta propagandaya rêxistinê biyara girtina wî da.
7 Ekim/ 30 Kasım...
— Prof.Dr.Cenap Ekinci (@CenapDoc) December 1, 2024
Bu iki filmin sonu aynı olacak...
Uyarmadı demeyin!#Rojava pic.twitter.com/1ZZrmk4Kve
Parêzerên Prof. Ekîncî ji bo serbest berdana wî îtiraz li dadgehê kirine û li benda biryarê ne.
Ev nivîs 49 car hatiye xwendin.